6 Ocak 2018 Cumartesi

Pêwendîyên "Xoybûnê" û "Daşnaksûtyûnê

Têkçûna serhildanên li Kurdistana Tirkîyê, Îranê û Îraqê di nîveka salên 20î serekên kurdan, ko piranîya wan li ser axa Tirkîyê xuliqîbûn, hişyar kir, ko rêxistinên miletîyê saz bikin û kar û emelên xwe ji bingehê va biguhêrînin.

Serhildanên bi serokatîya Şêx Sehîd, Simko û Şêx Mehmûd Barzincî ew yek dane xuyakirin. Lazimaya sazkirina rêxistina sîyasî ya hemkurdîyê hebû, ko bikaribûya serhildanên gel yên ji hev qutbûyî, ko li Kurdistana perçebûyî da hebûn, bigihîne hev û şerê ji bo damezirandina dewleta kurdan bike. Û ew kar gerekê serekên kurdan yên rêxistinên miletîyê yên Tirkîyê bi rê va bibirana, ji ber ko cêribandina wan di wî karî da hebû û pêwendîyên wan yên baş hebûn him di nava civaka kurdan ya li welêt, him jî li Rohilata Nêzîk û Awropayê. Karê wan berê xwe da û sala 1927an li ser axa Sûrîyê û Libnanê, ko di bin destê Fransîyayê da bûn, komîtêya kurdan ya miletîyê ya bi navê “Xoybûn” (“Serxwebûn”) hate sazkirinê.

Malûmatîyên derheqa dem û cîyê vê bûyerê da di nivîsan da ji hev cuda ne. Gorî malûmatîyên cesûsîya Îngilîs, karê amadekarîya sazkirina vê rêxistinê di sibata sala 1927an da dest pê bûye, dema du dêlêgasyonên kurdan seredana Bêyrûtê kirin û li wir bi yek ji binemalên kurdan yên bi nav û deng – binemala Bedirxanîyan ra, ko li wê demê li Bêyrûtê dima û qedirê wê li Kurdistanê pir bû, civîyan, pirsa derheqa damezirandina dewleta kurdan guftûgo kirin û pêşnîyar hate kirinê derheqa wê pirsê da bi... bolşêvîkan ra hevraxeberdanan bidine derbazkirin. Herwiha behsa peydakirina hevabendan jî hate kirinê û di wî karî da roleke taybet didane aşûrîyan.

Piranîya çavkanîyan di wê pirsê da hemfikir in, ko “Xoybûn“ di meha çirîya pêşin sala 1927an di gundê Bîhomdunê, li Libnanê hate damezirandin (angorî gotina pêşekzanê Fransîyayê alîyê pirsên kurdan da Lyusen Rambu – di 5ê çirîya pêşin da) û li wir kongrêya “Xoybûnê“ ya pêşin hate derbazkirin. Gelek rêxistinên kurdan yên nasyonalîstîyê yên Tirkîyê ketine nava wê komîtêyê. 28ê çirîya pêşin sala 1927an “Xoybûn“ gorî Peymana Sêvrê serxwebûna Kurdistanê îlan kir û bi wê ra tevayî dijî Tirkîyê şer îlan kir. Gundê Kurd-Ava li berpala çiyayê Agrî-daxê bû paytextê Kurdistanê yê ser demekê, lê Dîyarbekir bû paytextê herdemî. Di hindava Farizistanê, Ermenîstanê, Îraqê û Sûrîyê da helwêstên dostanîyê hatine dîyarkirinê.

Ev kes ketine nava Komîtêya karger ya ”Xoybûnê“ (ango, hukumeta Kurdistanê): Sûrêya, Celadet û Kamran Bedirxan, Memdûh Selîm beg, Şahîn beg û karmendên kurdan yên bi nav û deng yên din. Îhsan Nûrî paşa hate hilbijartin wek Serekqumandarê ordîya kurdan, ko hema bêje serokê ”Xoybûnê“ bû, lê serekê admînîstrasyonê Îbrahîm paşayê Hesikîyê ji Têllo bû, ko di paşdemê da kete dewsa Îhsan Nûrî û bû serekqumandar. Ser tepeyê çiyayê Agrî-daxê ala kurdan ya miletîyê hate bilindkirin.

“Xoybûnê“ platforma sîyasî qebûl kir – plana kar ya ji bo demên nêzîk. Bi şirovekirina O. L. Vîlçêvskî ew ha ye: 1) ji hev belakirina hemû partî, komele û rêxistinên heyî û wana bikine nava “Xoybûnê“; 2) şerê dijî Tirkîyê heta wê demê bikin, ko ew mafê kurdan yê axê nas bike; 3) amadekarîya ji bo serhildana tevayî û hevgirtî, ji bo wê lazim e serekekî nû hilbijêrin, hemû hêzên şervanên kurd gorî karê leşkerîyê perwerde bikin û çekan bidine wan, navbendeke ûsyanvanan saz bikin; 4) pevgirêdanan saz bikin tevî hukumeta Îranê û partîyên Îranê ra; 5) pêwendîyan saz bikin bi hukumetên Îraqê û Sûrîyê ra, peymanan bi wan ra girêdin, ko mafên kurdan yên li van welatan bê parastin û testîq bikin, ko di paşdemê wê tu de`wekarîyên kurdan di hindava van dewletan da tunebe.

Bi vî awahî bû bernameya sîyasî ya ”Xoybûnê“ di dema damezirandina wê da. Tu şik tune, ko ew di praktîkê da li ser qûmê hatibû çêkirin. Wan deman hela ne bingehên sîyasî, ne yên civakî, ne jî yên hiqûqî gihîştibûn bona şerekî serketî bikin seba Kurdistana serbixwe, bi kêmanî li ser axa Tirkîyê tenê. Derheqa Kurdistana Îranê da kêm bîr dianîn, dûrî aqilan bû, ko ji bo kurdên Îraqê û Sûrîyê otonomîyê bi dest xin. Nasyonalîstên kurd – avakarên ”Xoybûnê“ bi xeyalan va nexweş ketibûn. Di bin destê ”Xoybûnê“ da tu aletekî zexm tunebû, ko bikaribûya strûktûrayên wisa saz bike, ko daxwazên wan yên berfireh pêk bînin. Di rastîyê da ew hevgirtina ser demekê ya nasyonalîstên kurdên Tirkîyê û dîyasporê bû, ko dikaribû pirsdanînên sînorkirî pêk bîne di hêla teşkîlkirina kurdên Tirkîyê bona ew serî hildin û “meseleya kurdan“ bigihînine Roavayê.

Lê hewce nake kemala wê bûyerê kêmtir bikin. Ya pêşin, ewê alî kir, ko hêzên kurdan xwe bigihînine hev, berî gişkî jî li Tirkîyê, dijberîya navxweyî û nelihevîyên sîyasî gelek kêmtir bû. “Xoybûn“ ser demekê bû navbendek, ko welatparêzên kurd yên Tirkîyê û welatên cînar li dor wê civîyan. Ya duduyan, ji nasyonalîstên kurdan ra li hev hat li ser axa Sûrîyê û Libnanê bingeheke xurt saz bikin û ji wir karê organîzekirinê û propagandayê meşandin (komîtêya “Xoybûn“ piştî avabûna xwe di nava demeke kurt da cîguhastî li Sûrîyê bû). Ya sisîyan, nasyonalîstên kurd ji der va ra pêwendîyên gelek xurt saz kirin, ko ji bo wan pir giring bû, wek nimûne pêwendîyên bi rêxistina ermenîyan ya here xurt li dervayî welêt – partîya “Daşnaksûtyûn“ ra. Serekê daşnakan V. Papazyan tevî kongrêya ”Xoybûnê“ ya pêşin bû. Wek ko Qasimlo gotîye, “Xoybûn“ tam di bin tesîra daşnakan da bû, ko “di hêla sîyasî, teşkîldarîyê û aborî da piştgirîya wê dikirin“. ”Xoybûnê“ destxweda kontaktên nêzîk bi beşa leşkerî ya ”Daşnaksûtyûnê“ ra danî û ji bo pêwendîyan Rûbên paşa kivş kir.

“Daşnaksûtyûn“ yek ji serkanîyên fînansekirina ”Xoybûnê“ bû, diha rast, ew navçîgar bû, ji ber ko daşnak bi xwe gelek pere ji Fransîyayê werdigirtin. Xoybûnîyan ji dayîreyên Fransîyayê yên cesûsîyê ji destê pêşin alîkarî werdigirtin (ji Byûroya dayîreya surî û ji Barêgeha sereke ya leşkerên Fransîyayê li Sûrîyê û ew kar çawîş Rondu bi rê va dibir). Xên ji wê, “Xoybûn“ di nav demeke kurt da xwe fînanse kir: mihacirên kurd yên dewlemend yên ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û welatên Roavayê yên din alîkarîya aborî dişandin. Hema pey sazkirina komîtêyê ji mîlyonekê zêdetir dollar hate berevkirin. “Xoybûn“, ko navbenda wê li Sûrîyê bû, herwiha li welatên din jî beş û parên xwe da sazkirinê, berî gişkî jî li Tirkîyê û herwiha li Awropa Roava û heta li Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî jî.

Sazkirina komîtêya ”Xoybûnê“ bû dewraneke nû di nava dîroka nasyonalîzma kurdan da, ko meriv dikare bêje ji qalibê xwe yê teng derket, kete nava erafê navnetewî da û pêwendîyên xurt bi hemû kurdan ra saz kir. Ew xwedî bingeheke taybet bû û ew bingeh ji yên serekên kurdan yên berê cuda dibû û gorî berjewendîyên wan kesan bû, ko “Xoybûn“ ji wana piştgirî û alîkarî distend. Ji bo nimûne, “Xoybûn“ nasyonalîzma eşkere dîyar dikir û îdî agîtasyona ne tenê Kurdistana “serbixwe“ dikir, lê herwiha Kurdistana “Mezin“ jî, ango, ji bo dewleteke bona hemû kurdan. Organa çapê ya sereke ya ”Xoybûnê“ - “Hawar“, bi bangawazîyên nasyonalîstîyê va dagirtî bûn. Bi wê ra tevayî jî, “Xoybûn“ berjewendîyên daşnakan, fransizan û hinekî jî îngilîsan dida ber çavan û hewil dida aktîvîya xwe li Sûrîyê û Îraqê, hinekî jî li Îranê, bide nermkirinê û tevaya karê xwe yê sereke li Tirkîyê bimeşîne. Bi vî awahî, di rastîyê da “Xoybûn“ bû teşkîldara tevgera kurdên Tirkîyê û pirs dabû ber xwe ji têkçûnên berê dersê hilde û tevgereke nû amade bike. Plana sazkirina dewleta kurdan ya hevgirtî di hêla axê da hema bêje ji Tirkîyê dernediket, dibe hinekî digihîşte sînorên Tirkîyê-Îranê.

Pevgirêdanên ”Xoybûnê“ bi Fransîyayê û çend dewletên Roavayê yên din ra (piranî bi riya ”Daşnaksûtyûnê“) tesîreke ne bêlî him li ser qedirê komîtêyê dikir, him jî li ser kar û barên wê.

Ji alîkî va ”Xoybûnê“ gelek tişt dikir bona pirsa kurdan bibe ya întêrnasyonal, civaka Roavayê bi rastîya rewşa kurdan ra bike nas û gelek kar dikir bona ew bibe navbenda ronakbîrîya kurdan ya kêmjimar û li ser axa Sûrîyê û Libnanê bingehên pêşketina çand û perwerdeya kurdî saz kir. Endamên ”Xoybûnê“ elfabeya kurdî ya bi tîpên latînî amade kirin, dest bi ronahîdîtina rojname, kovar, pirtûkên dersan, edebîyeta perwerdeyî û bedewî kirin. Tesîra wî karê komîtêyê li ser civaka kurdan, ko gelekî hewcê pêşketina di hêla kûltûrî da bû, heta niha jî pir e.

Ji alîyê dinê va, mêlgirtina ”Xoybûnê“ ya ber bi Roavayê ji bo wê problêmên ciddî saz kirin. Gelek behsên bi şik bela bûn (xwesma li Tirkîyê), ko xudêgiravî nasyonalîstên kurd bi şêwr û temîyên welatên dereke, xwesma Îngilîs, kar dikin. Heta deng bela bû, ko serhingê navdar Lowrens bi riya mihacirên ji Tirkîyê qumandarî li ûsyanvanên kurd dike. Femdarî ye, ko ji bo van behsan tu îzbatî tunebûn.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ qet jî partîyake tevaya kurdan nîbû (û partî jî nîbû), lê ew di civaka kurdan da rehên kûr avîtibûn û tesîra wê ya sîyasî li ser tevaya Kurdistana perçekirî hebû. Ew eynî “komîtê“ bû, ko dervayî sînorên Kurdistanê kar dikir, lê nêzîkî wê bû û endamên wê zêde nîbûn, piranî jî ji binemalên gelek navdar bûn, qedirê wan di nav milet da pir bû, lê herdem di mihacirîyê da dijîtin. Di rastîyê da tesîra wan zêde li ser kurdên Tirkîyê û Sûrîyê hebû û piranî bi riya cesûsîya ne lêgal kar dikirin.

Li welatên dereke, li Roavayê, xebata komîtêyê her tenê karê propagandîstîyê û kûltûrîyê-perwerdeyîyê bû. Li Yekîtîya Sovyet bi çavê dijminayê li karê ”Xoybûnê“ mêze dikirin, wê dihesibandin wek piştgirên cesûsîya împêrîyalîstîyê, ko bi partîya dijî Sovyet ya daşnakan va girêdayî ye. Lê “Xoybûn“ ev bawerî heq ne kiribû. Ji ber ko nêzîkîhevbûna tevgerên kurdan û ermenîyan yên nasyonalîstîyê piştî nelihevkirinên bi dehan salan û dijminayê karekî kêrhatî û kardar bû û derbeke giran digîhande emelên şovînîstîyê. Û alîkarîya dewletên Roavayê yên dagîrkar, bêy ko wan heq-hesaban bidine ber çavan, ko berjewendîyên wan tê da hebû, alî xurtbûna tevgera miletîyê-azadarîyê dike, di nav wan da ya kurdan jî.

Bi vî awahî, damezirandina ”Xoybûnê“ bi xwe ra dewraneke nû anî ji bo pêşketina nasyonalîzma kurdan, dema kurdan xwe li riya hevkarîya bi welatên Roavayê ra girt, herwiha bi riya partîya “Daşnaksûtûyn“ jî. Paşeroj gerekê bida xuyakirin ka ew rê kardar e, an na û “Xoybûn“ di hêla organîzebûnê û sîyasî da çiqasî amade ye di şertên nû da pirsdanînên, ko li ber wê hene, pêk bîne.

Di nav demeke kurt da derkete holê, ko “Xoybûn“ ne ew rêxistin bû, ko bikaribûya di dewrana nû da serokatî li tevgera kurdan bikira. Lê ew yek zû xuya nebû. Hela di ser da jî, rewşa li Kurdistanê, xwesma li perçeya wê ya Tirkîyê, bal nasyonalîstên kurd cîyê xweşbînîyê bû. Têkbirina serhildana Şêx Sehîd hêza kurdan ya berxwedanê neşikênand. Wilayetên rohilatê herdem di nav rewşeke nerehet da bûn û ew rewş carna digîhande serîhildanên dijî hukumetê.

Bi wê ra tevayî, piştî sala 1925an tevgera kurdên Tikrîyê ya ji bo azadîyê kete nava dewraneke nû. Bangawazîyên dînî-ruhanî di wan da gelek kêmtir bû û piranî bangawazîyên nasyonalîstîyê dihatine belakirin. Agîtasyona ji bo serxwebûna Kurdistanê, herwiha perçeyên wê yên Îranê, Îraqê û Sûrîyê jî, bi xurtî dihate derbazkirin. Û ew kar ne tenê endamên ”Xoybûnê“ dikirin, lê herwiha gelek serekeşîr jî, ko pêwendîyên bi welatîyên xwe yên wî berî sînor bi kar dianîn. Ji bo nimûne, kurê Şêx Sehîd – Saleheddîn revî Îraqê û li wir kete dibistana leşkerî, bi îngilîsan ra kete nava pêwendîyan, ji wana alîkarîya peretî sitend û kete nava “Komela dostên kurdan“ li Îraqê. Dema ew piştî efûya giştî vegerîya Tirkîyê, li Erzurumê “Komeleya Kurdistana Bakur“ saz kir, lê ew kirine hebisê. Ew rêxistin, ko beşên wê li Demişqê û Helebê hebûn, li tevaya Kurdistanê bangawazî bela dikir derheqa lazimaya sazkirina dewleta ermenîyan-kurdan da. Gelek îzbatî hene derheqa kar û emelên tevayî yên nasyonalîstên kurd û ermenî (ji bo nimûne, li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê), derheqa alîhevkirinê da.

Zêdebûna serttîyê li wilayetên kurdan hukumeta Tirkîyê hişyar kir bona çareserîyekê bibîne û ji bo wê piranî xwe li riya cezakirinê girt. Ji bo nimûne, di adara sala 1927an da “Qanûna derheqa parastina nîzam-zagûnan“ ser du salan hate zêdekirin, ko hema bêje weke rewşa awarte bû li rohilata Tirkîyê. Lema jî ji holê rakirina “mehkemeyên serbixwe“ tiştekî formal bû. Di hezîrana wê salê da zagûn hate qebûlkirinê derheqa wê yekê da, ko “bi sebebê admînîstratîvîyê, leşkerîyê û civakî“ kesên şik li ser wan heye, cîguhastî warekî din bikin û qesta desthilatê ew bû, ko kurdan ji wilayetên rohilatê raqetînin û berê wan bidine wilayetên roavayê. Û dest pê kirin bi destî zorê kurd mihacir kirin û gorî çavkanîyên kurdan, di nava çend salan da heta mîlyonek kes ketine ber wê derbê. Di dawîya meha çirîya pêşin sala 1927an da li wilayetên rohilata Tirkîyê yên herî nerehet (Elazig, Ûrfa, Bîtlîs, Hekkarî, Dîyarbekir, Sîîrt, Mêrdîn û Wan) devera admînîstratîvîyê ya taybetî hate testîqkirin û gorî wê li ser wê axê kontrola polîsîyê ya li ser binecîyên kurd wisa kir, ko di hindava wan da mêtodên zordestîyê hatine bikaranîn.

Bi wê ra tevayî jî desthilat dixwest li wilayetên rohilatê serttîyê nerm bike û rewşê aram bike. Ji bo wê armancê efûyek derxist, bangawazî hatine belakirinê derheqa xweşkirina şertên jîyanê yên aborî û civakî li wilayetên kurdan û hate gotin, ko li wir wê rêformên ciddî bêne derbazkirin. Bi dengekî qube hate gotin, ko dawî li berxwedana kurdan hatîye anîn, her tenê problêma “bandîtîzmê“ maye. Ji kurdên bi destî zorê mihacirkirî hinek paşda hatine vegerandin, ango hatine warên xwe.

Desthilatê hewil dida bi serokatîya kurdan ra ziman bibîne, dijberîyê bixe nava serekeşîran da. Hewildan hatine kirinê bona bi ”Xoybûnê“ ra jî ziman bibînin. Soz dane Îhsan Nûrî, ko wê wî efû bikin û wê wek karmendê leşkerî bişînine baylozxaneyekê, lê ewî ew pêşnîyar red kir. Bi wê ra tevayî dijminaya kurdên zaza jî dikirin, ko piranîya wan li Dêrsima nerehet diman.

Lê hêvîyên Enqereyê, ko wê di nava demeke kurt da Kurdistana Tirkîyê milahîm bike, bi ser ne ketin. Kurd bi xurtî derketine himberî wê sîyaseta dewletê, ko miletîya wan nas nake û dixweze wana di nav tirkan da bihelîne û ev yek daxwaza kemalîzmê ya sereke bû di pirsa miletîyê da, ko hemû hemwelatîyên dewletê wek tirk nas dikir. Û desthilatê nikaribû ev sebebê sereke yê konflîkta miletîyê li rohilata welêt ji holê bide rakirin. Zordestîyên herdemî her tenê rûn berî ser êgir didan. Lê eger em bêne ser rêformên sozdayî û pakkirina rewşa civakî û aborî, ewana an ser kaxez man, an jî gelek hêdî dihatine meşandin, lema jî encam xuya ne dibûn. Hela di ser da, ekindarîya kêm jî tesîr li ser rewşa aborî ya binecîyên kurd yên wilayetên rohilatê dikir, ji ber ko ew sê sal bûn li herêma kurdan şilî ne dibarî, herwiha paşmayînên krîza aborîyê ya cihanê jî – di dawîya salên 20î heta destpêka salên 30î – tesîr li ser aborîyê dikir û ew krîz zêde zirar dida welatên sist pêşketî. Bi vî awahî, li hev ne hat wan sebeban bidine hilanînê, ko di rûyê tevgerên çekdarî yên bona azadîya miletîyê herdem dixuliqîn û berdewam dibûn.

Pevçûnên nû di navbera ûsyanvanên kurd û leşkerên ordîya Tirkîyê da di buhara sala 1927an da qewimîn. Ew pevçûnên giran pêşî ji tu kesan ra serketin ne anîn. Sala 1928an heta nîveka pêşin sala 1929an tirkan êrîş bire ser kurdên li herêmên, ko serî hildabûn, lê nikaribûn zora wan bibirana. Lê ji kurdan ra li hev hat di navbera Araratên Mezin û Biçûk (navçeya Kirê) bingeheke xurt saz bikin bona organîzekirina serhildana nû, ko navê wê serhildana Araratê, an jî ya Xoybûnîyan bû. 12ê hezîranê sala 1929an li vir şerekî giran qewimî. Di kovara “Yerin“ da, ko li Stembolê çap dibû, bangawazîyên serekên kurdan yên ber bi gelê xwe çap bûn. Di wan da dihate gotinê, ko kurd - “gelê Mezin e“, bang hebû xwe ji bin nîrê Tirkîyê xilaz bikin û “di navbera Farizistanê û Îraqê da“ dewleta xwe ya azad û serbixwe saz bikin. Bi gotina A. Safrastyan, dest bi “Şerê şorişgerîyê yê kurdan yê duduyan“ bû. Emê ser vê meselê di beşa din da bi hûrgilî behs bikin.

¤¤¤

Hema piştî sazbûna xwe komîtêya “Xoybûn“ destbi karê hevgirtina kurdan li dor îdêya Kurdistana serbixwe kir. Tê gotin, ko serekê wî karî Bedirxanî bûn (serwêrê komîtêyê Celadet û yên din), lê di rastîyê da rola wan ya sîmvolîk bû. Komîtê her tenê navbenda îdêatîyê ya nasyonalîzma kurdan bû û hinekî jî barêgeha tevgera miletîyê bû. Her tenê 100 kes diketine nava wê. Lê karê organîzekirinê ji alîyê êmîsarên komîtêyê da dihate rêvebirin, ko her yek li warê xwe sipartinên xwe pêk dianî.

Di belgenameyên dayîreyên Brîtanîyayê yên cesûsîyê da malûmatî hene derheqa karên êmîsarên “Xoybûnê“ da li hemû perçeyên Kurdistanê, berî gişkî jî li welatên ereban. Ji bo nimûne, yekî bi navê Emîn-efendî Beroskî, ko sêkrêtarê Şêx Sehîd û hevalbendê kurê wî – Elî Riza bû û di bin çavdêrîya polîsên Îraqê da bû, ko li Erbîlê bi cî bûbû û propaganda îdêya “Kurdistana serbixwe di bin bandûra Brîtanîyayê da“ dikir, bi seredan çû Tehranê û hewil da derbazî Sûrîyê bibe, lê ne hîştin ew here wir. Şik hebûn, ko ew provokator e û cesûsê Tirkîyê ye, lê wisa xuya bû, ko ji bo wê tu îzbatî tunebûn. Li Erbîlê herwiha Fehmî îbin Bîlal (Liceli Fehmî) jî dijît, ko tevgelê serhildana Şêx Sehîd bû û terefdarê Îngilîs bû, û wê wek parastvana kurdên Tirkîyê ya tek-tenê didît. Ew endamê çend komeleyên kurdan bû, di nav wan da endamê “Xoybûnê“ bû jî. Ew Fehmî çend malûmatîyên balkêş gotin derheqa planên “Xoybûnê“ yên wê demê da. Pirsdanîna wê ya sereke ew bû, ko bona rêvebirina karê xwe mecalan peyda bike. Yek ji çavkanîyên hatinîyên wî, ko heta niha jî rastîya wê ne dîyar e, rêxistina International Minority Movement of Odessa bû, ko wisa xuya ye ji alîyê Komîntêrnê û Komîtêya parastina dewletê ya Sovyet da hatibû sazkirin. Ewê hinek pere dida ”Xoybûnê“ bi şertê, ko ewê xwe li helwêsta dijî Îngilîs bigire. Gorî lihevkirinê “Xoybûn“ biryar kir nûnerên xwe bişîne hemû navçeyên Kurdistanê û sipartin bide wan agîtasyona dijî Îngilîs bidine derbazkirin, kurdan rakine şerê dijî împêrîyalîstîyê û derheqa wê yekê da ji rêxistina jorê destnîşankirî ra bêjin, bona zêde pereyan bistînin.

Di çavkanîyan û nivîsan da tu malûmatî tunene ka gelo ”Xoybûnê“ pêwendîyên xwe bi bolşêvîkan ra berdewam kir, an na. Lê ji sedî sed e, ko di wê pirsê da li komîtêyê hemfikirî tunebû. Fehmî û çend ronakbîrên din yên ”Xoybûnê“ derdiketine dijî dijberîya bi Îngilîs ra û digotin ew “sîyaseteke xirab e“. Eksî wê, ew xwe li wê rê digirtin, ko Kurdistana serbixwe di bin bandûra Îngilîs da be û ser wê bawerîyê bûn, ko çi jî hebe, îngilîs ji tirkan çêtir in. Êmîsarên ji Îraqê tenê şandine Meletiyê û Dêrsimê û kes nizane ka çi sipartin dabûne wan.

Wek ko îdî hatîye gotinê, di navbera”Xoybûnê“ û ”Daşnaksûtyûnê“ ji destpêkê da hevkarîya xurt hebû. Ew paşê jî berdewam bû. “Xoybûn“ carna bi nav dikirin wek “rêxistina kurdan-ermenîyan“. Karmendên ermenî û kurd, ko li beşên ”Xoybûnê“ da kar dikirin, pirtûkên biçûk û belge çap dikirin, gotarên wan di çapemenîya erebî da ronahî didîtin. Lê malûmatî hene derheqa wê yekê da, ko di navbera ermenîyan û kurdan da, him di nav ”Xoybûnê“ da, him jî di rêxistinên mayîn da, nerazîbûnên mezin hebûn. Ji bo nimûne, çend kurdên navdar, şêx û serekeşîr di nameya xwe ya li rojnameya “Aş-Şaab“ (Demişq) da çapbûyî, ko tê da bangî “miletê ereb yê dilqenc dikirin bona şerê ji bo Kurdistana serbixwe bêne hewara kurdan“, nivîsîbûn: “Em – serekên şorişa kurdan, elam dikin, ko tevî peymana bi ”Daşnaksûtyûnê“ ra ne bûne, ko ewê kurdan bixapîne û wê wana bike aletê şerê dijî tirkan, bi armanca sazkirina “dewleta ermenîyan“, û kurd wê tê da qûl û hêsîr bin“. Di rastîyê da hukumê ”Xoybûnê“ di nav aktîvîstên tevgera kurdan da ne zêde pir bû. Him di hêla taktîka şêr, him di hêla mêlgirtina sîyaseta der da nerazîbûn wek berê hebûn. Di nav nasyonalîstên kurdan da him kesên fransîhiz, him yên îngilîshiz, him jî terefdarên testîqkirina pêwendîyan bi Yekîtîya Sovyet û Îtalîyayê ra hebûn.

Rast e, hevalbendên ”Xoybûnê“ yên nêzîk daşnak mabûn, lê hêzên opozîsyon yên li Rohilata Nêzîk û Awropayê, di nav wan da monarşîstên Tirkîyê û heta rêxistinên Rûsîyayê yên Bêlogvardêysan jî, ko piranî li Parîsê hêwirîbûn, bi komîtêya kurdan ra di nav pêwendîyan da bûn.

Bingeha ”Xoybûnê“ ya sereke li Sûrîyê bû (navbend li Helebê bû) û ew li Îraqê jî hinekî xurt bû, lê armanca nasyonalîstên kurd ne beşên erebî yên Kurdistanê bûn, ji ber ko ewê hêvîya xwe danîbû li ser alîkarîya Fransîyayê û Brîtanîya Mezin, ko li wan deran xwedî-xudantî dikirin. Temamîya guhdarîya komîtêyê li ser Kurdistana Tirkîyê bû, ko gerekê bibûya bingeha sereke ya serhildana hemkurdîyê. Şerê ji bo serxwebûna beşên Kurdistanê yên Îranê, Îraqê û Sûrîyê daxwazkarîyên paşdemê bûn. Planên ”Xoybûnê“ ji bo Tirkîyê eşkere bûn û ew kiribûne nava xemgînîyê. Enqere kolsûnxaneya Brîtanîyayê li Helebê û çend serekên kurdan yên Îraqa Bakur (di nav wan da Seyid Tahayê navdar) di nav wê yekê da gunehkar dikir, ko ew alîkarîya pankurdîstan (endamên ”Xoybûnê“ wisa bi nav dikirin) dikin yên ko xudêgiravî li Rewandûzê (ango, li ser axa Îraqê) kongrêya xwe derbaz kirin.

Ev malûmatî ne ji sedî sed rast bûn. Gorî malûmatîyên cesûsîya Brîtanîyayê, pankurdîst bi rastî jî bi çend serekên kurdan yên Tirkîyê ra (Haco, Naîf û yên din) pêwendî danîbûn, hewil dabûn serekên xwe bişînine Tirkîyê, amadekarîya serhildanê li Samsûnê bibînin û h.w.d. Lê li Îraqê bi xwe da serketinên wan ne pir bûn, lê hinek serokan (ji bo nimûne, Xurşîd efendî) dixwestin xwe nêzîkî ermenîyan bikirana. Lê Seyid Taha pankurdîst bi nav dikirin wek “mihacirên bê qedir û qîmet“ û got, ko ew naxweze bi ”Xoybûnê“ ra bide û bistîne; ew terefdarê bi aştî çareserkirina pirsgirêka kurdan bû, ango ji berê va pakkirina rewşa kurdan di hêla perwerdeyê, tundurustîyê û h.w.d. da, bi gotineke din, tam bi daxwazên desthilatên dagîrkar ra razî bû.

Lê eger em bêne ser helwêsta van desthilatan di hindava ”Xoybûnê“ da, em dikarin bêjin, ko ew ne pir zelal bû. Hilbet, pêwendîyên serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê bi nasyonalîstên kurdan ra hebûn, ew jî bona wê bûn, ko kar û emelên wan kontrol bike. Lê piştî çareserkirina pirsgirêka Mûsilê London xwest pêwendîyên xwe bi Enqerê ra xweş bike û ne dixwest pirsa kurdan ji xwe ra bike bar. Brîtanîya Mezin dij bû, ko tevgera kurdan ya miletîyê mehkem bibe û bê firekirin, ji ber ko ew ji bo berjewendîyên wê li Rohilata Nêzîk zirar bû, berî gişkî jî li Îraqê û Îranê. Ewê çavên xwe ber kar û barên pankurdîstan digirt û carna jî helan dida wan bona paşê wana dijî Tirkîyê û Sûrîyê wek alet bi kar bîne. Ev helwêsta du alî ji bo desthilata Brîtanîyayê ya li Îraqê gelek dijwarî anî. Çi jî hebe, wana bi guhdarî bala xwe dida ser kar û barên ”Xoybûnê“ û eva yeka di belgeyan da xuya dibe.

Bi kurtî, li Îraqê pêşî li karê terefdarên ”Xoybûnê“ digirtin. Serokatîya Îraqê wek bersîva gazinên hukumeta Tirkîyê girêdayî dayîna vîzayan bona karmendên aktîv yên komîtêya Îraqê, lîsteya wan “nasyonalîstên ermenîyan-kurdan“ amade kir, ko vîza nedane wan, di nav wan da neh endamên binemala Bedirxan, Îhsan Nûrî paşa û yên din bûn (bi tevayî 56 kurd û ermenî). Hatibû qedexekirin, ko kitêboka ”Xoybûnê“ ya bi sernavê “Qira kurdan li Tirkîyê“ bînine Îraqê û hukumeta Îraqê derheqa vê yekê da Tirkîye agahdar kir. Li ser axa Îraqê kontroleke berk hebû li ser çûyîn-hatina karmendên komîtêyê û li ser çavkanîyên fînansekirina wê. Bi bawerîya cesûsîya Brîtanîyayê, mêlgirtina pankurdîstan xapxapok e û ew bal her serokekî cuda ye, ew jî bi wê yekê va girêdayî ye, ka ewana ji kê û ji kîderê pereyan distînin. Piranîya alîkarîyê ji daşnakan dihat û wana jî ji “lêgîmîtîstên“ tirkan û bêlogvardêysên rûsan distendin. Ew yek ji bo îngilîsan dibû bingeh behsa “tevgera kurdan-ermenîyan ya nasyonalîstîyê“ bikin. Li Îraqê karmendê ”Xoybûnê“ yê sereke Şukrî Mehmed bû. Navçeyên zêde aktîv yên rohilata Sûrîyê bûn, ko mihacirên kurd û ermenî li wir berev bûbûn, yek jî navçeya Ararat-Bazîd-Makû bû. Li Kurdistana Farizistanê “Xoybûn“ di rûyê pêwendîyên bi ermenîyan ra tu alîkarîyeke berbiçav ne distend.

Meriv nikare zêde bawerî li van hemû malûmatîyan bîne, lê tu şik tune, ko li paytextên welatên Roavayê bi guhdarî bala xwe didane ser kar û emelên ”Xoybûnê“ û jê ne gelekî razî bûn. Desthilata Fransîyayê li Sûrîyê hewil dida komîtêya ”Xoybûnê“ ya li Helebê ji hev bela bike. Forin Ofis hewarze rakir girêdayî “kar û barên kurdan yên dijî kemalîstan“ li Îraqê û înformasyona zêde xwest. Li Roavayê bi balkêşî dîna xwe didane pêwendîyên kurdan-ermenîyan û ser wê bawerîyê bûn, ko ew bi dijwarîyên nebînayî va dagirtî ne. G. Dobbs Forin Ofisê aş kir û got, ko di navbera Papazyan (serekê daşnakan) û kurdên Îraqa Bakur da tu hevfemkirin tune û pêwendîyên di navbera wan da her tenê ji bo berjewendîyên aborî ne. “Xoybûn“ hewcê pereyên wisan e, ko ermenîyên dewlemend didane daşnakan.

Konsûlê Brîtanîyayê li Detroitê C. Kamêron derheqa kar û barên ”Xoybûnê“ li welatên dereke malûmatîyên balkêş anîn, ko ewî ji înformatorên xwe – serhingê navdar T. E. Lawrence û çend zabitên ji barêgeha Allenbi sitendibû. Bi gotina wî, yek ji serekên ”Xoybûnê“ Sureya Bedirxan heft mehan li Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî ma û li wir ji bo kurdan pere berev kir û bi nûnerê Komîtêya alîkarîya ji bo Ermenîstanê Grîgorî Vardanyan ra peyivî, wisa xuya ye, derheqa hatina xebatkarên rêçgerîya dewletê ji Rewanê. Sureya Bedirxan ser riya xwe ya ber bi Amêrîkayê li Romayê ji alîyê Mussolini da hate qebûlkirin û ewî sozê alîkarîyê da wî. Li New-Yorkê nûnerê Sovyet Kameron û Sureya anî cem hev. Paşê di nêta Sureya da hebû seredana Îngilîs û Yûnanistanê bike. Kurdên Amêrîkayê li hev kirin, ko ji bo ”Xoybûnê“ di nava heftêyekê da mîlyonek dolar berev bikin (!). Sureya jî soz da, ko wê 150 hezar kurdan rake serhildanê. Balkêş e, ko desthilata Brîtanîyayê li Îraqê biryar kir vîzayê nedine Sureya û Vardanyan bona ew bêne Îngilîs.

Bi vî awahî, sazkirina ”Xoybûnê“ û gavên wê yên pêşin bala hukumetên wan dewletên Roavayê kişand, ko berjewendîyên wan di pirsa kurdan da hebû. Bi wê ra tevayî ne Îngilîs, ne Fransîya, ne jî dewletên din (Yekîtîya Sovyet jî di nav da) hewil nedan alîkarîya berbiçav bidine komîtêyê û bi çavê hêzeke rêzêrvîyê li wê dinihêrîn, ko di hinek şertan da dikaribû kêrî wan bihata. Bi gotineke din, helwêsta Awropayê di hindava ”Xoybûnê“ da, herwiha di hindava tevaya tevgera kurdan ya miletîyê da, her tenê bi berjewendîyan va girêdayî bû.

Dema heta sala 1930î, gava dest bi serhildana Araratê bû, meriv dikare bi nav bike wek dema amadekarîyê di nav kar û barên ”Xoybûnê“ ya demkurt da. Komîtê bi xurtî tevî amadekirin û organîzekirina tevgerê bû û di wî karî da herdem bi ”Daşnaksûtyûnê“ ra di nava pêwendîyan da bû. Lê daşnakan hela di sala 1925an da xwestin di şerê kurdan yê çekdarî da piştgirîya wan bikin, bi xwe jî şer bikin. Li kongrêya 11an ya ”Daşnaksûtyûnê“, ko di nîsana sala 1929an da derbaz bû, hate gotinê: “Kongrêya me serhildana kurdan ya dijî tirkan silav dike. Kongrê ser wê bawerîyê ye, ko ew serhildan pir giring e bona çareserkirina pirsa ermenîyan û kurdan û bangî tevaya ermenîyan dike piştgirîya wî şerê mêrxasîyê bikin“. Daşnakan heta îdêya hevgirtina xwînî jî pêşnîyar kir û bang kir, ko fêdêrasyona “miletên arî“ ya dijî tirkan saz bikin ji farizan, ermenîyan, kurdan û gelên hindawropî yên din. Hate plankirinê di meha îlona sala 1929an da li Libnanê konfêranseke tevayî ya ”Xoybûnê“ û ”Daşnaksûtyûnê“ derbaz bikin û li wir gerekê sîyaseta paşdemê ya “tevgera kurdan-ermenîyan“ kivş bikin. Lê tu malûmatî derheqa wê yekê da tunene, ka ew konfêrans pêk hat an na, me salixên wisa peyda ne kir.

Ji alîyê ermenîyan da piştgirîkirina pankurdîstan paşê jî berdewam bû. Komîtêya Navbendî ya daşnakên Misirê di sibata sala 1931ê da bangawazîyek bela kir, ko tê da dihate gotin: “Kurd cînarên me ne, em li ser axekê dijîn û ew bi xwînî merivên me ne...“. Lê ew alîkarî bi şert bû, her tenê di nav Tirkîyê da bû û bi bawerîya daşnakan tevgera kurdan ya ji bo serxwebûnê gerekê di sînorên wê da bihata kirinê; daşnak ser wê fikirê bûn, ko kurd li Îranê, Îraqê û Sûrîyê gerekê her tenê behsa serkarîkirina herêmî bikin.

Bi vî awahî, ji alîyê ”Daşnaksûtyûnê“ da hevkarîya bi ”Xoybûnê“ ra bi şert bû û di hêla sîyasî da ya kar jê sitendinê bû. Eva yeka, hilbet, ji bo nasyonalîstên kurdan bêlî bû û alî bihêzbûna yekîtîya kurdan-ermenîyan ne dikir. Xên ji wê, di nav daşnakan da jî di pirsa kurdan da hemfikirî tunebû. Daşnakên çep bawerî bi pankurdîstan ne dianîn. Ji bo nimûne, organa daşnakên çep rojnameya “Arac“ di hejmara xwe ya 5ê sibatê sala 1931ê da nivîsîye: “Koma me gerekê şerekî sext bike dijî sîyaseta şerletanîyê ya serekên daşnakan. Em gerekê bi tu awahî alî tevgera kurdan ya bi destê xelkê teşkîlkirî nekin. Ji çavkanîyên cuda-cuda derdikeve holê, ko tevgera kurdan ya dawî ji alîyê îngilîsan da hatîye organîzekirin“.

Lema jî hevkarîya bi daşnakan ra alîkarîyeke mezin ne da serhildana Araratê, xwesma di hêla aborî û leşkerî da; alîkarî her tenê bi cûrê propagandayê û helandayîna moralîyê bû, ko roleke duyemîn dilîstin. Wek herdem, qedera serhildanê di destê serekeşîran da bû. “Xoybûn“ hewil da rola sereke di serhildanê da bilîze, lê li Kurdistanê bi xwe da bingeha wê ne gelek xurt bû. Komîtêya Erzurumê, ko namzadê wê rolê bû, desthilatê di îlona sala 1929an da zora wê bir, ew bê taqet kir, lê endamên wê hatine girtin û sirgûnkirinê. Şêwr-temî û agîtasyon ji der va dihatin, bi riya êmîsarên ”Xoybûnê“, ko zêde ji Sûrîyê û Libnanê dişandin. Yek ji wana serekeşîrê kurdan yê bi nav û deng, serekê konfêdêrasyona Heyderan Kor Huseyn paşa bû, ko ji Sûrîyê ew şandibûne Kurdistana Îraqê bal Şêx Ahmed Barzanî, lê ji wir jî şandibûne Pîranê bal Nuh beg, ko yek ji navbenda tevgera kurdan bû li Tirkîyê. Paşê ew çû Farizistanê, lê di rê da, li der-dorê Sasûnê kes nizane çawa hate kuştin. Gorî vêrsyonekê, merivên Nuh beg ji heq-hesabên wî hatine der, lê ew jî bi fermana Ahmed Barzanî hatine kuştin, lê bi vêrsyoneke din, ew bi helandayîna tirkan hate kuştin; Zûtirekê Nuh beg bi xwe jî hate kuştin, ko gelek tişt zanibû derheqa rastîya wê bûyerê da.

Serekên ”Xoybûnê“ bi her awahî hewil didan rola xwe ya serkarîkirinê di karê organîzekirin û rêvebirina serhildana kurdan da bidine xuyakirin, tesîra xwe li ser serhildanê bidine kivşê, xwesma di çavê Roavayê da. Yek ji wana – Sureya Bedirxan di nameya xwe ya ser navê komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê – Kleyton dinivîsî, ko cesûsên ”Xoybûnê“ di nav her eşîretekê da hene û ewana ruhê berxwedana kurdan di nav kurdên Tirkîyê da bela dikin, li her herêmeke Tirkîyê xebata agîtasyonê ya germ û gurr derbaz dikin, xwesma di nav ronakbîrên kurdan yên bi destî zorê mihacirkirî û serekên kurdan da. Bi gotina wî, hewildanên desthilata tirkan, ko ”Xoybûnê“ ji hev bixe, bi ser ne ketin û ew serokên kurdan, ko ji sirgûnîyê vedigerin, xwe li ”Xoybûnê“ digirin. Kongrêya ”Xoybûnê“ biryar kir organa herdemî – Komîtêya Navbendî saz bikin (tê wê maneyê, ko berê tunebû!). Li bajarên kurdan yên mezin û di nav eşîretên pirjimar da navbendên pankurdîstan hatine sazkirinê. Bi gotina Sureyayê, di fikira ”Xoybûnê“ da tunebû serhildana hemtomerî bike, lê her tenê navbendên berxwedana çekdarî li Araratê, Sasûnê û Dêrsimê saz dikir.

Wisa xuya ye, ko serekê ”Xoybûnê“ serketinên xwe zêde dikir. Lê di rastîyê da nasyonalîstên kurd li Kurdistanê xwedî-xudantî ne dikirin, em îdî derheqa herêmên cînar da nabêjin, ko hewil didan wana jî bikine nava piştgirên ”Xoybûnê“ bona ji Roavayê alîkarîyê bistînin. Lê di hêla planên pir mezin û yên dûrî aqilan da kes nedigihîşte wan. Çapemenî û ajansên înformasyon gelek dinivîsandin derheqa hewildanên pankurdîstan da, ko ji Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê, Ermenîstana Tirkîyê heta Behra Reş û çend beşên Pişkavkazê (Ermenîstan û Azirbêcana Sovyet) dewleta xwe saz bikin. Eger em nivîsên di çapemenîya tirkan û farizan da nedine ber çavan, ko gelek tişt zêde dikirin û gelek tiştên şaş dinivîsandin, dîsa jî meriv dikare bêje, ko planên ”Xoybûnê“ yên wisa bûn, ko wê bi ser neketana.

Kêm malûmatîyên pêbawer hene derheqa tevbûna ”Xoybûnê“ di nav serhildana Araratê da. Ji bo nimûne, rojnameya Îranê “Tebrîz“ di destpêka meha îlonê sala 1930î da nivîsî, ko dema êrîş biribûne ser Bîtlîsê, ”Xoybûnê“ 500 siyarî şande Mûşê, bona herine hewara kurdên Bîtlîsê. Îhsan Nûrî paşa wan deman pere dane merivên xwe yên Bêyrûtê, ew şandine navçeya Araratê û bi wî awahî di navbera kurdên Araratê û aşûrîyên Mûsilê da pêwendî danîn; beşek ji aşûrîyan tevî serhildanê bûn. Di dema serhildan geş bûbû û tirk bi ser diketin, şandîyên ”Xoybûnê“ bang dikirin serhildanê berdewam bikin: “Eger Ararat ji dest me here, miletê kurd wê qels bibe û wê bi kokê va bê qirkirinê“,- wana got.

Êdî hatîye gotin, ko dema damezirandina ”Xoybûnê“ hewildanek hate kirin bona organên desthilatê yên dewleta kurdan ya paşdemê saz bikin. Lê derkete holê, ko tu bingehek tune bona bigihîjine armanca xwe û derheqa vê yekê da li tu çavkanîyekê an jî nivîsekê meriv nikare vê yekê bibîne. Her tenê behs gihîştine Tehranê, ko li herêma Araratê hukumeta kurdan hatîye sazkirin, di ser da jî wezîreta wê ya karên der jî heye. Femdarî ye, ko tu rêçeke habûna hukumeteke wisa ne maye. Ser wê em tenê dikarin elametîya derheqa hatina daşnak Rûbên paşa li Tehranê zêde bikin, ko xwe bi nav dikir wek “wezîrê leşkerîyê yê Ermenîstanê di sala 1914an da“ (!), û pêşnîyareke bi surî kir derheqa wê yekê da, ko hukumetên Brîtanîyayê û Farizistanê bi riya Îraqê piştgirîya kurdên Araratê bikin. Karmendê leşkerî yê derecebilind yê Brîtanîyayê li Tirkîyê serhing Persi Dodd, ko derheqa wê yekê da jê ra hate gotin, ew pêşnîyar tiştekî pêkenînê hesab kir û got, ko tilîya Sovyet jî di nav vî karî da heye, ko alî tirkan dike tevgera kurdan têk bide bona bikaribe bi hêsanî derbazî kenarê başûr yê Behra Sipî bibe û ji wir jî berê xwe bide başûr û heta Îraqê here.

Têkçûna serhildana Araratê çiqasî nêzîk dibû, ewqasî tesîra ”Xoybûnê“ ya sîyasî kêmtir dibû. Ji hêza wê der bû pêşî li têkçûnê bigire. Deng bela bûn derheqa nelihevîyên di navbera ûsyanvanan û ”Xoybûnê“ da. Gelekan digot Îhsan Nûrî paşa di dawîya sala 1930î da, dema here giran da, deşta şêr hîştîye û revîye. Qedir û qîmetê wî bi carekê va ket, û ”Xoybûnê“ ber ûsyanvanan pêşnîyar kir ji xwe ra serekekî din hilbijêrin. Wana kesekî bi navê Ferzende hilbijartin, lê serekê barêgehê kurê wî – Îbrahîm hate hilbijartin. Van guhastinan alî ne kir, ko serokatîya serhildanê bidine xurtkirinê. Ew hewildana nasyonalîstên kurd (bi serokatîya Îbrahîm paşayê Hesikî) jî bi ser ne ket, ko Enqere hinek daxwazên wan bi cî bîne. Daşnak, ko bingeha wan li Tebrîzê xurt bû, hatine hewara ”Xoybûnê“. Qasidên wan rola navbeynkarîyê dilîstin di navbera serokatîya ”Xoybûnê“ û kurdên Araratê da. Şik birine ser çend qasidan, ko ew bi dayîreya cesûsîyê ya Sovyet ra girêdayîne, û ev yek zirareke mezin dida “hevkarîya kurdan-ermenîyan“. Desthilata Farizistanê jî di hindava xwe da pêşî li wî karî girt.

Di destpêka sala 1931ê da Osman Fûadê kurê Saleheddîn û kurê Ebdul Mecîdê xelîfê Osmanîyê yê dawî – Ahmed Tofîq, ko anegor li mihacirîyê – li Fransîyayê û Austrîyayê – diman û bi ”Xoybûnê“ ra girêdayî bûn, hatine Bêyrûtê. Deng bela bû, ko hatina wan bi wê yekê va girêîdayî bû, ko kurd hazir dibin di buhara sala 1931ê da rabine serhildana hemtomerî û ko ewana pevgirêdanên nêzîk bi rêxistinên nasyonalîstîyê yên kurdan yên li Kurdistana Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra danîne. Pêşdadîtin dihatine kirinê, ko pevgirêdanên wan bi wan kesan ra li Tirkîyê heye, ko hazirîya serhildana ji bo vegerandina xelîfatê dikin. Şikeke mezin li ser van behsan heye, lê dîsa jî dîyarbûna wan balkêş e.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ heta dawî jî ne bû serkêşa serhildana kurdên Araratê ya eynsî, ne di hêla leşkerî da, ne jî di hêla sîyasî da, û piştgirîya daşnakan jî alî wan ne kir. Di wê serhildanê da, wek ko yên berê da, destpêk ne bi rêk û pêk bû, ji ber wê jî têk çû.

¤¤¤

“Xoybûn“ di şerê ji bo rizgarîyê têk çû jî, lê çekên xwe danenî. Endamên wê hereketên xwe dubare kirin bona li perçên Kurdistanê yên din, ko di bin hukumdarîya Brîtanîya Mezin û Fransîyayê da bûn, hêza xwe xurttir bikin. Lema jî daxwaza wan, ko pêwendîyên xwe bi îngilîsan û fransizan ra xurttir bikin bona ji wana alîkarî bistînin (di wî karî da xoybûnîyan bi daşnkan ra tevayî karê xwe dimeşandin), diha zêde bû. Ew her tenê li benda wê yekê bûn, ko serhildana li devera Araratê xurttir bibe.

Pêşî beşa ”Xoybûnê“ ya Mûsilê saz bû. Li wir komîtêya “Recnun“ hate sazkirin, ko gorî hinek malûmatîyan, mêla endamên wê li ser Îngilîs bû. Derheqa kar û barên wê da kêm tişt bêlî ye, xên ji wê, ko nûnerên binemala bi nav û deng Bedirxanî serokatî lê dikirin, yên ko xudêgiravî hewil didan kîsî wilayetên kurdan yên Tirkîyê Mêsopotamîyayê “bidine firekirinê“. Di destpêka tîrmeha sala 1929an da Sureya Bedirxan seredana Bexdayê kir û di berîka wî da nameya bi zimanê fransî ya ser navê komîsarê sereke yê Îngilîs li Îraqê C. Kleyton hebû, ko 30ê hezîranê sala 1929an da hatibû nivîsar. Di wê da dihate gotinê, ko Mêsopotamîya “wetenê kurdan e“, navbenda sîyaseta Brîtanîyayê ye di pirsa kurdan da û “warê bala xwe dayîna li ser Kurdistanê ye, ko ji alîyê tirkan da hatîye zevtkirin“. “Xoybûn“ bi hêvî ye,- Sureya dibêje,- ko Îngilîs wê xwe li riya Sevrê bigire û “wê tu caran berê xwe ji pirsa kurdan neguhêre. Hevalên min û ez bawer in, ko sîyaseteke Îngilîs ya ciddî li Kurdistanê heye. Brîtanîya Mezin wê di çareserkirina pirsa kurdan da gotina xwe ya giran bêje“.

Li Bexdayê ji hatina Sureya ne razî bûn. Wî dihesibandin wek “merivekî nerehet“ û bi wî ra li Inteligence Service wê gelek serêşandin hebin. Înformasyona wî derheqa rewşa li Tirkîyê ne bi dilê karmendên Brîtanîya dagîrkar bû, ji ber ko wana zanibû, ko şerê hêzên hukumetê bi ûsyanvanên kurd ra zêde derketî ye, lê Sureya dixweze wisa nîşan bide, ko ne wisan e. Berdewambûna serhildanê dijî berjewendîyên Brîtanîya Mezin bû.

Serokatîya Brîtanîyayê dijî kar û barên ”Xoybûnê“ bû jî, lê dîsa jî ewê bi her awahî digerîya ji xwe ra hevalbendan peyda bike. Serekê êzdîyan Îsmaîl begê ji Rewandûzê, ko pêwendîyên wî bi serokatîya Fransîyayê ya li Sûrîyê û beşên ”Xoybûnê“ yên li Amêrîkayê hebû, xwe nêzîkî Bedirxanîyan kir û bi hîvîkirin berê xwe da Şêx Ahmed Barzanî bona ew piştgirîya “bernameya kurdan ya miletîyê“ bike. Şêx Ahmed ne ji dil be jî, sozê alîkarîyê da. Li Kurdistana Îraqê bangawazîyên dijî Tirkîyê yên ber bi serekên kurdan bela bûn, bona ewana qe na ser du salan dawî li şerê navxweyî bînin. Daşnakan jî li Îraqê piştgirîya kurdan kirin. Desthilata Îraqê hewil dida rê li ber du daşnakan – Samî beg û Rûbên Dêrmînazyan bigire, nehêle ew bêne welêt.

Di buhara sala 1931ê da karmendên ”Xoybûnê“ Tofîq Wehbî beg û Yusuf Malik ji Helebê bi serekên kurdan yên li Bexdayê ra pêwendî danîn. Wana didane bawerkirinê, ko xwe bigihînine ”Xoybûnê“. Rasthatina bi kurê Şêx Mehmûd Barzincî – Qadir ra dane teşkîlkirin û li wir berbirîbûna (“mezbet“) ser navê Koma Miletan û komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê hate guftûgokirinê, ko tê da gazî hebû bona mafên kurdan yên miletîyê li Îraqê kefîl bikin. Têksta wê berbirîbûnê bi radyoyê hate elamkirin û li herêmên Îraqê yên bakur hate belakirin.

Wisa xuya ye, ko pêwendîyên rêxistina kurdan ya “Komeleyî piştevanî kurdan“, ko li Bexdayê û Hîllê kar dikir û di bin parastina Şêx Mehmûd Barzincî da bû, bi ”Xoybûnê“ ra hebûn. Ji endamên wê Şêx Mehmûd xwest dêlêgasyoneke kurdan ya cuda amade bike bona ew tevî wan hevraxeberdanên Koma Miletan bibe, ko derheqa hilanîna mandata Brîtanîyayê û wê yekê da bû, ko serbestîya tam bidine Îraqê. Gerekê Şerîf paşa serokatî li dêlêgasyonê bikira; Ewê dêlêgasyonê bi Şêx Ahmed Barzanî ra pêwendî danîn.

Evê komelê bi awayekî aktîv belge (“menşûr“) bela dikir, ko tê da ew behs derew derdixistin, ko xudêgiravî serhildana kurdan ji alîyê dewleta dereke da hatîye teşkîlkirin, bangawazî hebûn ber bi Îngilîs, bona ew wan biryarên Koma Miletan pêk bîne, ko derheqa mafên kurdan da bûn li Îraqê, serokatîya Tirkîyê û welatên ereban di wê yekê da dihatine gunehkarkirin, ko dixwezin miletê kurd ji holê rakin, lê bangî binecîyên Suleymanîyê dikirin tevî hilbijartinên hukumetê nebin. Di bangawazîyan da gotinên derheqa serketinên ûsyanvanên kurdan li Tirkîyê hebûn û dihate destnîşankirinê, ko kurd zûtirekê wê wilayetên Erzurumê, Wanê, Bîtlîsê û Dîyarbekirê zevt bikin.

Ji nîveka sala 1930î li Îraqê û welatên Rohilata Nêzîk yên din kovara “L`Orient“ (“Rohilat“) bi zimanên kurdî, fransî û îngilîsî hate belakirinê, ko Bedirxanîyan li Bêyrûtê bingeha wê danîbûn û di nav kurdan û ermenîyan da propaganda derbaz dikirin bona ew hevkarîyê bikin û bi tevayî şerê ji bo rizgarkirina Kurdistanê û Ermenîstanê bikin. Balkêş e, ko êmîgrantekî rûs – Rîkov mîlyonek dolar dabû bona çapkirina kovarê, ko bi emirkaneke dewlemend ra zewicî bû û dilê wî bi daşnakan ra bû. Daşnakan ji bo armancên sîyasî li her deran didane xuyakirin, ko pêwendîyên wan bi nasyonalîstên kurdan ra heye û bê bingeh (bi gotinên rojnameya ermenî - “Yêrêvan“, ko li Parîsê derdiket) digot, ko serhildana Araratê ji Kurdistana Başûr dihate serkarîkirinê. Mûsil û Rêwandûz navbendên sereke yên agîtasyona kurdan bûn, îngilîsan xudêgiravî bi riya serhing Lawrence piştgirîya serhildana kurdan dikirin, lê armanca xoybûnîyan ew bû, ko li devera Dîyarbekir-Nisêbînê leşkerên tirkan bigirin. Lê rojname tu îzbatî ne dianîn.

“Xoybûn“, xwesma piştî serhildana Araratê, hewil da hukumê xwe di nav kurdên Îranê da jî xurt bike û di wî karî da armanca wî him ya leşkerî bû (alîkarîdayîna ji bo şervanên li devera çiyayê Araratê), him jî sîyasî bû (hevgîhandina Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê). Lê ji bo nasyonalîstên kurdan dijwar bû li Îranê karê xwe bimeşînin. Li Îraqê ne wisa bû, ji ber ko li wir dikaribûn kêm-zêde bi awayekî azad kar bikin û ew jî bi saya serê îngilîsan û serokatîya ereban bû, yên ko ji bo berjewendîyên xwe tevgera kurdan bi kar dianîn û carna jî çavên xwe lê digirtin. Lê Tehran û Enqere tam dijî daxwazkarîyên pankurdîstan yên sîyasî bûn, ji ber ko ew ji bo yekîtîya welatê wan xeter bû.

Wezîrê bi nav û deng yê hukumeta şah ya wê demê Teymûrtaş di sohbeta bi nûnerê Îngilîs li Tehranê R. Klayv ra rewş ha şirove kir. Bi gotina Klayv, Teymûrtaş tirsa xwe ji tevgera kurdan venedişart, ko hewil didan xeyala xwe ya Kurdistana serbixwe bi Ermenîstana serbixwe ra tevayî di jîyanê da pêk bînin. Wezîr bi hêvî got, ko wê li hev bê pêşî li kurdên Farizistanê bigirin, ko ew jî çav nedine kurdên Tirkîyê û bi wê ra tevayî got, ko sîyaseta Tirkîyê di hindava kurdan da “herdem jî tirs kirîye dilê hukumeta Îranê“ (qesta wî behsên derheqa li devera Araratê sazkirina hukumeta kurdan bû, ko tê da heta wezîrê karên der jî hebû). Teymûrtaş nerazîbûna xwe di hindava sîyaseta desthilata Brîtanîyayê li Îraqê dîyar kir, ko ew xudêgiravî tevgera ji bo “Kurdistana serbixwe“ destek dike; bi bawerîya wî, pêwendîyên Şêx Mehmûd Barzincî bi serekên wê tevgerê ra hene. Xên ji wê, Teymûrtaş hîvî kir derheqa elametîyên çapemenîya Tirkîyê û Îranê ya derheqa hatina Lawrence li Kurdistanê şiroveyê bidin. (Klayv ev behs derew derxist). Teymûrtaş herwiha bal kişande ser pêwendîyên daşnakan û ”Xoybûnê“ bi mûsafatîstan ra, ko şerê bona Azirbêcana serbixwe û yekgirtî dikirin û barêgeha wan li Stembolê bû.

Piştî pirsyarkirina R. Klayv ji Bexdayê bersîveke xêrê hat. Naveroka wê ew bû, ko gorî çareserîya pirsa Mûsilê, hukumeta Brîtanîyayê erk hildaye ser xwe, ko hinek mafan bide kurdên Îraqê, di nav wan da bikaranîna zimanê zikmakî û h.w.d. Bi wê ra tevayî desthilata Brîtanîyayê hewil dide nehêle Îraq bibe “navbenda tewlebazîyên kurdan yên miletîyê“. Şikberîyên wezîr derheqa wê yekê da, ko Îngilîs piştgirîya tevgera ji bo Kurdistana serbixwe dike tam bê bingeh in,- ji Bexdayê dinivîsandin.

Bi vî awahî, ne li Îraqê, ne li Îranê, ne jî li Tirkîyê ji ”Xoybûnê“ ra li hev ne hat hêza xwe xurttir bike û rehên kûr bavêje. Lê li Sûrîyê ne wisa bû. Li vir nasyonalîstên kurd arxayîn û xwebawer bûn, ji ber ko li Sûrîyê pirsa kurdan wisa sert nîbû, çiqas ko li welatên din, ko kurd lê diman. Ferq ne di wê da bû, ko îdêya miletîyê ji bo kurdên Sûrîyê ne xem bû, lê di wê da bû, ko bi sebebên dîrokî û erdnîgarî arnamca tevgera kurdan li Sûrîyê ne cudaxwezî bû. Kurdên Sûrîyê ne de`wa otonomîyê dikirin, ne jî ya serxwebûnê, lê her tenê dixwestin, ko mafên wan yên miletîyê bêne naskirinê, lê bi wê ra tevayî jî piştgirîya şerê kurdên xwe yên dervayî sînorên Sûrîyê dikirin.

Desthilata Fransîyayê ya dagîrkar dema tevgerên dijî împêrîyalîstîyê yên li Sûrîyê û Libnanê ji holê radikirin, tu ferq ne dikire di navbera kurdan û ereban da. Lê dema kurdên Sûrîyê piştgirîya şerê miletîyê yên di perçeyên Kurdistanê yên din da dikirin û alîkarî didane wan, Parîs û serokatîya Fransîyayê li ser axa dagîrkirî sîyaseta taybet derbaz dikirin. Wana dixwest tevgera kurdan ji bo berjewendîyên xwe yên li Rohilata Nêzîk bi kar bînin bona zor li Tirkîyê û Îraqa di bin destê Îngilîs da bikin. Lema jî fransizan kar û barên aktîv yên nasyonalîstên kurdan li ser axa Sûrîyê piş guhê xwe va davîtin, carna jî helan didane wan. Di wî karî da dîyasprora ermenîyan ya pirjimar li Fransîyayê roleke mezin lîst, ji ber ko nêzîkîhevbûna nasyonalîstên kurdan û ermenîyan pir bi dilê wan bû.

Di buhara sala 1930î da, dema serhildana Araratê germ û gurr bûbû, fransizan rê dane kurên Cemîl paşa, Îbrahîm paşa û Xoce axa li navbenda kurdan ya sereke li bakur-rohilata Sûrîyê – bajarê Qamişloyê beşa ”Xoybûnê“ saz bikin. Komîtêyê li vir ode-barêgeha xwe saz kir û bi serekên kurdên Îraqa Bakur ra herdem di nav pêwendîyan da bû (bi êzdîyan, Îsmaîl Hekki Şawês, Samî beg, Şukrî Muhemmed, Mehmûd Barzincî û yên din ra).

Pêwendîyên fransizan yên baş bi ”Xoybûnê“ ra bû sebeb, ko li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê serttî saz bû û di pêwendîyên Îngilîs-Fransîyayê da dilsarî peyda bû. Ji her deran hevdu gunehkar dikirin. Kesên mêla Fransîyayê dikirin, digotin, ko înîsîatorê serhildana kurdan li Tirkîyê serhingê navdar Lawrence bû, ko xudêgiravî herdem li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê bû. Çapemenîya ereban dinivîsî, ko daxwaza Lawrence ew e, ko çend sed kîlomêtran dûrî bakurê Makûyê be. Îngilîsan înkar dikirin, lê bawerî pê ne dianîn. Tirkan di navbera Siwêregê û Dîyarbekirê da 3 hezar leşker bi cî kiribûn bona pêşî li wan şervanên kurd bigirin, ko dibe ji Sûrîyê bên. Desthilata Fransîyayê, ko ne dixwest rewşê serttir bike, emirî li ser serekên kurdan kir, ko bi desteyên xwe va herine kûraya welêt. Bi wê ra tevayî jî serekên dîyaspora ermenîyan li Sûrîyê her tişt dikirin bona bi kurdan ra bibin yek.

Desthilata Fransîyayê piştgirîya ”Xoybûnê“ dikir, lê hewil dida aktîvîstên wê di bin hukumê xwe da xwey ke. Dîtindaran destnîşan dikirin, ko kurdên Sûrîyê “bi dil û can“ bi şerê birayên xwe yên Tirkîyê yê bona serxwebûnê ra bûn, lê fransiz amade bûn her daxwazeke wisa ji holê rakin û di wî karî da zêde guh didane ser propagandayê. Em wê jî bêjin, ko wana di wî karî da zêde bolşêvîk gunehkar dikirin, ko xudêgiravî piştgirîya ûsyanvanên kurd li Tirkîyê dikin, lê tiştekî wisa tunebû û ew yek ji ber xwe va digotin.

Fransizan, ko di hundurê Sûrîyê da çavên xwe ji nasyonalîstên kurd ne dibirîn, wek berê li dor sînorên Sûrîyê alîkarîya wan dikirin. Gorî dayîreya cesûsîyê ya Îraqê, serokatîya Fransîyayê li Sûrîyê bi ”Xoybûnê“ ra li Helebê peyman girêda derheqa wê yekê da, ko ewê çekan, cebirxaneyan û pereyan (500 hezar frank di bin kontrola Fransîyayê da) bide wê. “Xoybûn“ gerekê di nav êzdîyan da propaganda Sûrîyê û Fransîyayê bikira, bona Sincar (Şengal) biketa nava axa Sûrîyê. Desthilata Fransîyayê dest pê kir zabitên ereb fêrî zimanê kurdî kir.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ nikaribû li tu perçeyekî Kurdistanê strûktûrake wisa saz bikira, ko di dema xurtbûna tevgera kurdan ya miletîyê di salên 20-30 da tesîreke biryardar li ser rewşa sîyasî bihîşta. Lema jî rola wê di serhildanên kurdan da, xwesma li Tirkîyê, ne zêde pir bû. Ji dijminên serxwebûna kurdan, him yên cî, him jî yên Roavayê ra li hev hat bi dijwarîyeke ne zêde va ji heq-hesabên alîgirên wê bêne der. Tenê li Sûrîyê firsend kete ”Xoybûnê“ bi awayekî vekirî karê xwe bimeşîne, lê li wir jî ew di bin zora desthilata Fransîyayê da bû.

Kar û barên ”Xoybûnê“ li erafê navnetewî jî rêçeke berbiçav ne hîşt. Ne li Koma Miletan, ne jî di rêxistinên navnetewî yên din da bi wê ra hesab rûnediniştin. Dewletên, ko berjewendîyên wan ji kurdan hebû, her tenê li ser dereceya dayîreyên dagîrkar û dayîreyên cesûsîyê bi pankûrdîstan ra didan-distendin, û zêde guh nedidane wan. Li Yekîtîya Sovyet wan dihesibandin wek cesûsên Îngilîs û Fransîyayê, ko bi “kontrşoreşgerên“ daşnakan va girêdayî bûn. Her tenê komên Roavayê yên hûmanîtar û dêmokratîk, ji hemûyan zêdetir jî Întêrnasyonala Sosîalîstîyê, ko partîyên sosîal-dêmokratîyê yên Roavayê diketine navê, hinek guh didane nasyonalîstên kurd.

”Daşnaksûtyûnê“ berjewendîyên tevgera kurdan ya miletîyê li erafê navnetewî raber dikir, ji ber ko ew endama Întêrnasyonala Sosîalîstîyê bû. Hela di sala 1925an da daşnakan mêmorandûmek dane kongrêya navnetewî ya derheqa pirsa kurdan da, ko li Marsêlê dihate derbazkirin. Ji wî çaxî da, xwesma piştî sazbûna ”Xoybûnê“, wana herdem ew pirs li civînên navnetewî yên cuda-cuda bilind dikirin û daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Ji bo nimûne, di tîrmeha sala 1928an da, li kongrêya “Yekîtîya komeleyên piştgirîkirina Koma Miletan“ bi înîsîatîva daşnakan biryareke gelek sert hate qebûlkirin derheqa sîyaseta Tirkîyê ya miletîyê da û bangî Koma Miletan dikirin, ko tevî wî karî bibe.

Bi dijwarîyeke mezin va ji ”Daşnaksûtyûnê“ ra li hev hat pirsa kurdan bike nava rojeva civîna Întêrnasyonala Sosîalîstîyê, ko di dawîya meha tebaxê sala 1931ê li Zurichê hate derbazkirin. Sedirê civînê de Bruker li xwe mukur hat, ko ew serederî li wê pirsgirêkê nake û sipasîya xwe ji “hevalên ermenî“ ra got bona înformasyonê. Bi wê ra tevayî tirsa xwe dîyar kir, ko pirsa kurdan dikare bibe “sebebê dijwarîyên navnetewî di navbera dewletên xwedî berjewendî“ û dikare “bigihîne wê yekê, ko li tevaya Rohilata Nêzîk şer tevrabe“. Di encamê da li civînê hate gotin, ko nabe bi riya Koma Miletan bi awayekî erênî pirsa kurdan bê lênihêrandin. Ew pêşnîyar jî nehate qebûlkirin, ko komîsyonekê bişînin bona bala xwe bidine rewşa li Kurdistanê. Civînê her tenê biryarek qebûl kir, ko tê da “hovîtîya bi xwîn“ ya hukumeta Tirkîyê di hindava kurdan da şermezar dike (ku weke wan hovîtîyan bûn, ko anîbûne serê ermenîyan), ji alîyê leşkerên tirkan da teribandina sînorê Îranê gunehkar dike, û herwiha Koma Miletan rexne dike bona bêdengîyê. Komîntêrn jî hate rexnekirin, ko cesûsên wê di nav kurdan da kar dikin. Bi vê yekê va serê pirsê hate dadan.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ heta bi alîkarîya ”Daşnaksûtyûnê“ jî, nikaribû berjewendîyên xwe yên sîyasî li erafê navnetewî biparêze. Eva careke din îzbat dike, ko nasyonalîstên kurd, ko di bin ala wê da kar dikirin, wek lazim e negihîştibûn bona armancên mezin pêk bçnin û ew yek di dema serhildana Araratê da zêde xuya bû. Piştî têkçûna wê serhildanê “Xoybûn“ di hêla sîyasî û organîzebûnê da tam ji hev çû û ji meydana sîyasî bi dûr ket. Karmendên wê di paşdemê da zêde karên kûltûrî-perwerdeyî kirin û di wî karî da zêde bi ser ketin. Dîroka ”Xoybûnê“ wek organîzator û rêvebira tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê demkurt bû û rêçeke kivş ne hîşt.

Têbînî: Têmûrê Xelîl ji pirtûka M. S. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” wergerandiye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder