24 Mart 2013 Pazar

NEWROZA TE PÎROZBE ÎHSAN NURÎ PAŞA


Silav li ser te bijî nifşé Mîré Maşa,
Tuxmé Xaldî Aratî, taca Mînewaşa,
Ehnî tav tîroj hilat, li çiyayé Ararat
Newroza we pîroz be Îhsan Nurî Paşa.
Newroza we pîroz be


Xalid Begé Hesenan,Xalid Begé Cibrî,
Duxtor Yusuf Ziya,Riza Elîşérî
Duxtor Fuad Fewzî Ferzende Beg Hwqî,
Faîq û Seîd Elçî,kesé dan dozé serî,
Newroza we pîroz be

Tu wî mezin réber ,rézan serok û serwer
Em te jibîr nakîn ,qehremané Tékoşer,
Dîrok te sipas diké, gelek te silav diké,
Ala te bilind diké,li Kurdistan seranser
Newroza we pîroz be

Em roja te bîrtînîn, dilé me de her dijî
Wa demén te serhilda himberé xwînmijî
Li deşt û newal şaxa,rex te ferzende Axa,
Li gund û bajar taxa,ser neyar hilgurijî
Newroza we pîroz be

Milmilé çekdarén xwe,wan şervan û mérxasan,
Ewanan Eşer û élan bavik û gernasan
Tev bu te bune péşmerg, li çiyayén Tendurek,
Ew keç xort şér û pileng, li wan çol û evrazan.
Newroza we pîroz be

Tevde bun xwîn û avzém,qaf û pél ser Arasan,
Bun komgorén bin çalan,li bin wan şkér û hezan,
Can fidayén ber dilan,xwînî bun kofî kélan,
Mérr jinénn Gelyé Zîlan,li wan Mako û selmasan,
Newroza we pîroz be

Tevde bune pakrewan,quçberén wé Irané
Dil birîndar xweniqîn, hin li nav gola Wané
Tev pakrewanén me nei nexşén dîroka mene,
Wek Quçgîrî û Dérsim,laş pelişîn nav xwîné.
Newroza we pîroz be

Ax dîroké dîroké,kî te dixwîné zané,
Rewşa mileté Kurdan, wek Gelyé Sîsebané,
Li serhed û Reşkotan,liToré Xerzan Bohtan,
Tevde rojén berxwedanén Kurdıstan.
Newroza we pîroz be

Li wan pîroz bimbarek hersal bihara Newroz,
Bidin dest wan kulîlkan,beybûn nérgiz û lîloz,
Binefş û susin sumbûl, belalîz û qerenfûl,
Kesk û sor zer spî sorgul,bidin wan gulçîçekdoz
Newroza we pîroz be

Dilpét Jélî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder