6 Temmuz 2010 Salı

Zêtka - pakrewan (eleşkirt)

Zêdikan an Zêtkan an jî Zêtka anjî Pakrewan (tr: Eleşkirt) navê navçeya Elajgir a Agiriyê ye û bi zimanê hayî, ango ermenî ye: Zetikyan. Beriya tevkuştina gelê ermen, li Elajgir ê ermen û kurd bi hev ra dijiyan.


Piştî tevkuştina wan, Komara Tirkiyeyê tirk li gundên ermen da dan rûniştandin.

Îro li Zêtka (gelê Elajgirê ji bajarê xwe re wisa dibêjin) ti ermen tunin. Muhacir (tirkên ji derve hatin anîn) di dewsa wan de li gundên wan, di xaniyên wan de dijîn. Ew tirkên Zêtka nîvê zefî ji aliyê Kefkasyayê ber ve Uris revine u hatine ketine devsa Ermenê ku çune an ji hatine kuştinê.

Gund û bajarên ermenan: Zetikyan, Hemzikyan, Remikyan, Xweşyan, Xanzir, Xaçîl hwd.

Çemên Zêtka
çemê Şeryanê di deşta Şeryanê de dikişe.
çemê Çetelê ji Kosedaxê tê û ji Kaşesorê ve digihîje nav bajêr.
çemê Qopizê ji Kosedaxê dertê û xwe dighîjîne Deştê. Biharê gûnden Deşté pé zevî yê xwe avdidin.
1928

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder