7 Temmuz 2010 Çarşamba

Wêneyekî serhildana Agirî




Desteyek (grup/mufreze) Kurdên Şoreşgerên Kurdistana Turkîyê – Bakurê Kurdistan. Ev şoreşgerên han, ku bi rêveberîya Îhsan Nurî Paşa, li dijê zordarî û sîyaseta şovenîstî ya desthilata Turkîyeyê wê demê serî hildabûn (şoreşê dagirsandibûn). Ew sîyaseta, ku ji bi destê Kemal Ataturk hatibû darijtin (amadekirin), ji alîyê hukumetên piştê wî jî her berdewam bû.(*)


Foto ji Kurdistan 1928 – www.flickr.com/kurdistan4all
Cih: navçeya/devera Agirî
Sedem/sebeb: Rabûna Şoreşa Netewîya Kurdistan li navçeyên Kurdistana Bakur.
Li pişt wêneyê weha hatîye nivîsandin: Kurdên Bakur, Çekdarên Îhsan Nurî Paşa

___________________________________

(*) Şoreşa (serhildana) Agirî sala 1927 da, li dor û berê Çîyayê Ararat, ji alîyê Komela Xoybûn û bi rêberîya Îhsan Nurî Paşa, li dijê sitem/zordarîya wê demê ya dewleta Turkîyê destpê kir. Di nava salên 1926 – 1930 da û bi çendîn êrîşan da karîn hejmarek mezin ji Cendirmên Tirk bikujin. Lê ji ber hejmara mezinaya hêza çekdarî û îtîfaqên şerî, (dewleta Tirk) karî şoreşê bişkîne. Serokê Şoreşê jî xwe avêt Îranê û li bû penaber.

Marşa Netewî ya Şoreşa Agirî jî ev bû:

Agirî, Agirî tu agir bûyî
Li nav ketî, serbilind bûyî
Li ser Kurdistanê çira bûyî
Hilbe Agirî, hilbe agirî"(*)

Notek taybetî ji werger Hozanê Bengî: Marşa ku di nivîsa soranî da hebû, bi şaşî hatibû nivîsandin û tişteş jê dernediket... Ez lê gerîyam û min di notek da peyda kir, ku ji romana Mehmed Uzun hatibû girtin (Sîya Evînê, rûp. 130)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder