4 Temmuz 2010 Pazar

Îhsan Nûrî Paşa û al


Lehengê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de li ser ala Kurdistanê dinivisîne. Di 1926 an de, Bro Heskî Têlî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide.
Di sala 1927 an de Îhsan Nûrî, xwe digîhîne Çiyayê Agiriyê. Rêvabirina şoreşê digire destê xwe. Ji alî rêxistina Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî têt hilbijartin. Di wê salê de ala sê rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya Teşkîlatî Cemîyeta Kurdîstanê qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê ew ala şandin Agirî'yê. Îhsan Nûrî Paşa wê alayê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike.

Îhsan Nûrî Paşa dibêje:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder