11 Temmuz 2010 Pazar

Ez Xortê Kurd im / Helbest

Çeto Omerî

Xwedî text û birc im
Ez bi şapik û şalim
Xebatkarê welatin

ji dîrokê arim şewat im
Deşt û zozan, bax û çîmen, gul û sosin im
ji jiyanê jîn û felatim
Dîcle û Ferat im.


Li sîpana xelat Mem im
Hasreta Zîn im
Ji keda dayîkan im
Hêviya welat im .

Di zîndana tarî Stêrk û Hevî me
Ez xortê kurd im ez xwedî war im
Şer naxwazim welatê xwe Dixwazim.

Aşiq perestê welat im, kelat im
Hêvî ya welat im, di himbêza dayîkan de
Zarokê bêsûç im, qêrîn û hawarê
Welat im Keferat im.

Xebatkarê Kurdistan im
Şêrê Amêd a şevat im, dengê Şêx Seîdê kal im
Li Çarçira dengê Qazî yê kal im
Hawara dayîkan û Xebatkarê Barzanî yê kalim

Li Dêrsîmê rastiya Kurdistan im
Tirsa dijminan û hawara Munzur im
Gola xwîna Şehîdan im

Li Agirî arim şewatim, dûmana Kurdistan im

Hawara dayîkan û qêrîna zarokan im
Ez tirsa dijminan im
Ez Xortê Kurdistan û dilsozê Şehîdan im

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder