6 Temmuz 2010 Salı

BAJARÊ AGIRÎ

Agirî (bi ermenî: Արարատի, bi tirkî, Ağrı) navê parêzgeh û navçeyeke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ye


Tabloya Naverokê [veşêre]
1 Ciyê coxrafî û hudûdên Bajêr
2 Taybetiyên erda bajêr
3 Îklîm (Av û hewa)
4 Nifus (1997) û navçeyên bajar
5 Gundê Agiriyê
6 Deşt û Zozan
7 Dîn (ol) û civak
8 Çiya
9 Çem û gol
10 Ciyên turîstîk û germavên herêmê
11 Serwetên bin erdê
12 Babetên heywanan
13 Xwarênên herêmê
14 Kincên herêmê
15 Nav û kronolojiya bajêr


Çiyê coxrafî û hudûdên Bajêr
Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji çayir û merayan,% 3 ji golan, % 25 desht û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên shekir û keten tên çandin.

Îklîm (Av û hewa)
Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.

Nifus (1997) û navçeyên bajar
Navend 106695
Giyadîn (Diyadîn); Nifûs 37410 , pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
Bazîd (Dogubeyazid) ; Nifûsa wî bi qasî 92.000 kesî ye, panahîya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ahmedê Xanî li vir e.
Zêdkan (Eleşkirt) ; Nifûs 39061, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.

Xamûr anjî Hewaran (Hamur); Nifûs 20738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.

Patnos; Nifûs 119958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
Avkevir (Taşliçay) Nifûs 19606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - îranê ye
Dûtax (Tutak) Nifûs 30594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.
Tevayî ya nifûsa herêmê (tevli gundan) 466059 e. Pir nifusekî giran ji bajarên din koc kirin hatin.(neziki 500.000 mirov bajaren din jiyan dikin)


Deşt û Zozan
Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), deştek din jî "Deşta Patnos û Giyadînê" ye. Bilindbûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan "kanî" yên ku ava wan cemîdî û çayirên şîn jî hene.Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zef pez tên xweyîkirin, lêbelê ligel wê dewarjî tên xwedîkirin. Gola sînegê jî gelekîmezin e û gel jê giha diçine.

Dîn (ol) û civak
Nifûsa bajar tevayî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.

Çîya
Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kosedax (3433m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m).çiyayê zore(3573m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çem û gol
Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene. Balixgol û Saz.

Ciyên turîstîk û germavên herêmê
Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirba Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.

Serwetên bin erdê
Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.

Babetên heywanan
Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Xwarênên herêmê
Xwarêna herî meşhûr "qavûrma ser sêlê" ye. Kifta "Abdigor" û "girar" e ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê
Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

Nav û kronolojiya bajêr
Bajar navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûr" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.

Berî Îsa (Zayîn)

1340- 1200 Dema hûriyan
1200- 600 Medeniyeta Ûrartûyan
331 Dema Mekodoniyan
Pishtî Îsa(Zayîn)

339 Dema Bîzansiyan
750 Dema Ebasiyan
1102 Dema Selçûkiyan
1514 Dema Osmaniyan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder