11 Temmuz 2010 Pazar

Agirî xwîn digirî / Helbest

Bêjin Qamişlo !
Rê li ber Qiragên ku
Dibin Kewên dîl
Winda bûye;
Ewên ku bi lorîya
Girtin, dîlî û mirinê
Bê şerm û fedî...
Ji dost û birayên xwe re
Dikin qebqeb,


Raste:

( ku kurmê darê ne ji darê be

Zewala darê nîne )

Bela Qamişlo

Li wan kewan negre !!

Nikarin bi barê

Êmkirina xwe rabin,

Neçar dimînin

Xwe bavêjin hêwanên

Reşahî û tozê.

Çendî hewl didin ku

Marş û sirûdan bixînin

Dengê wan ji sextiyê difetise

Xwe li ber hawara

Cûdî, Ararat, Sasûn

Û Bagokê nagrin,

Dengê wan

Li ber şîhîna rastiyê winda dibe

Rastiya ku Hawar dike:
( Agirî... Agirî.. Agirî xwîn digirî.. )

Û xwîna Qamişlo

Li ber bayê Agirî û Bagokê û...

Giriya û hey giriya.

Na.. na.. bela Qamişlo

Li wan Qira-Kewên dîl negre,

( Kesê ne kes be na be kes

Kortanê kerê nabe etles ).

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder